top of page
This website was created by Confederation of Kurds in Europe
WhatsApp Image 2023-05-03 at 18.36.43 (1).jpeg

kine em?

Encûmena Hemahengî dezgeheke çetir e, ku ji bo rêkxistin û yekxistina komele û saziyên medenî ên kurdistanî hatiye damezrandin.

Çalakvanên serbixwe û rêkxistiyên sîvîl di civîna 5 Apr. a 2020an de, li hev civiyan û Desteya Damezrîner hilbijartin. Di civînên 15 û 25 Jul. a 2020an de, Desteya Damezrîner biriyara xebata diyasporayê da.

 

Di meha Sept. a 2020an de jî, Desteya Damezrîner, Desteya Amadekar hilbijart û bi awayekî demokratîk hemû selahiyetên xwe radestî desteya nû kir.

 

Desteya Amadekar di meha Apr a 2021 de, bi awayekî fermî û bi beşdariya nûnerên dehan saziyan, Encûmena Hemahengî damezrand.

 

84 dezgehên sîvîl û Kurdistanî endamên EH ne, û 5 ji wan jî Federasiyon û Însitatîvên Federasiyona ne.

ÇAVENDAZ (VÎZIYON)

Di proseya rizgariya neteweyî ya milletên bê dewlet de, bizavên rizgarîxwaz bi du şêwazan welatên xwe rizgar dikin:

• stratejiya hêza hişk

• stratejiya hêza nerm Mixabin gelê kurd di sedsala bihorî de hertim bi stratejiya hêza hişk hewl daye dewleta xwe damezrîne. Pir caran jî sernekeftiye.

Îro nêzîkî 5 mîliyon Kurdistanî li diyasporayê dijîn. Dem hatiye kû kurdistanî û elîtên têkoşer sûd ji stratejiya hêza nerm werbigre.

Di vê stratejiyê de xebatên epîstmolojîk, înformatîk, akademîk, sîvîl, darayî û bankdarî, lobîsazî, kulturî û lêgal rola sereke dilîzin. Diyaspora navnîşana hêza nerm û rêka sereke ya têkoşîna sîvîl e.

ARMANCA STRATEJÎK

Diyaspora ji bo milletên bê dewlet kûrahiya stratejîk e. Milletê kurd herdem li Diyasporayê xwe kom kiriye û ji nû ve serî hildaye. Nasiyonalîzma kurd bi xwe dîstance nasiyonalîzm e û li Diyaspora ji dayik bûye.

 

Îro piştî sedsalan, versiyoneke nû ji „Nasiyonalîzma ji dûr“ an dîstance nasiyonalîzm peyda bûye. Ev versiyona nû pirtir ji aliyê nifşê nû ve tê pejrandin.

 

Bi versiyona nû ya dîstance nasiyonalîzm re, babeta dîstance state ango projeya „Dewleta ji dûr“ jî xwe dinimîne. Armanca stratejîk a EH misogerkirina zemîne a ji bo damezrandina Dewleta ji dûr e. Di sedsala çûyî de bi dehan dewlet, ji dûr ango li diyasporayê hatin damezrandin.

 

Em di wê baweriyê de ne ku milletê kurd jî prosesa avakirina dewleta xweyî neteweyî dê li diyasporayê dest pê bike.

TAKTÎK Û AMRAZ

Amraza sereke ku taktîkên EH pêş dixe, prosesa dezgehsaziyê ye. Civaka modern, civakên rêkxistî û xwerêkxistî ne. Taktîka sereke jî geşkirina prosesa dezgehên modern e.

Dezgehên modern di warê taktîkî de, li ser asta qarreyan bi rengê konfederasiyon û li ser asta dewletan bi rengê federasiyonan pêş dikevin.

 

Ev taktîk li ser asta wîlayet û bajaran jî di çerçoveya komele, rêkxistî, dezgeh, navend, înstîtute û akademî tê piyade kirin.

RÊBAZ Û SÎYASETÊN EH

EH baweriya xwe bi siyaseta sîvîl heye. EH di vê baweriyê de ye ku ji bo pêkanîna armanca stratejîk a damezrandina Dewleta ji dûr, pêwîst e prosesa dezgehsazî di nav Kurdistaniyan de pêş bikeve.

Dezgehên sîvîl jî li ser 3 astan tên dabeşkirin:

1. Dezgehên biçûk

2. Dezgehên navendî

3. Dezgehên mezin Dezgehên mezin ji xwe, dezgehên stratejîk in. Wate dezgehên sîvan û çetir ên neteweyî ne. EH hewl dide kû Dezgeheke netweyî ya bilind û çetreke kurdistanî pêk bîne. Ji bo vê armanca siyasî jî li ser 2 alternatîvan kar dike:

1. Damezrandina konfederasiyona dezgehên sîvîl

2. Pêkanîna çetra Kurdistanî ango Kongreya Cîhaniya Kurd.

EH Û PÊNASE

EH dezgeheka sîvan a sîvîl e, kû wek mînakek ji bizavên civakiyên nû, dixwaze bibe pira bihevgîhandina sazî, kesayetî û teknokratên kurd û dostên biyanî. EH sûd ji modela Tor ango Network werdigire.

EH hewl dide di çerçoveya vîziyona hêza nerm de, ji bo pêkanîna armanca stratejîk a „Dewleta ji dûr“ di rêka siyaseta damezrandina konfederasiyonan de, ber bi avakirina Kongreya Cîhaniya Kurd gav bavêje. EH di warê taktîk de li ser asta dewletan Federasiyon ji komelên sîvîl û li ser asta wîlayet û bajaran jî komele û sazî pêk tîne.

EH dixwaze sîvanek Kurdistanî û neteweyî damezrîne.

bottom of page